Cenazeyê Narîn Guran hat dîtin!

  • 10:37 8 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Cenazeyê Narîn Gûran a ji 21'ê Tebaxê ve li navçeya Rezan winda bû, hat dîtin.
 
Cenazeyê Narîn Gûran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li taxa navçeya Rezan aAmedê piştî ji qursa Qur'anê derket û careke din agahî jê nehat girtin, hat dîtin.
 
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya agahiya derbarê Narînê de li ser hesabê xwe yê X wiha ragihand: "Mixabin cenazeyê Narîn Guran a ku li taxa Çulî ya Rezana Amedê winda bû hatiye dîtin."
 
Hat diyarkirin ku cenazeyê Narînê 3 kîlometre dûrî mala wê di nav çemekî de hatiye dîtin.
 
Çi qewimî?
 
Narîn a ku di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê piştî qursa Qur'anê bi hevalên xwe re dimeşiya, li xaçerêya mala xwe winda bû û careke din agahî jê nehat. Piştî ku malbata Narînê windabûna wê ragihand, lêgerîneke berfireh hat destpêkirin. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ku ji sedan kesî pêk dihatin gelek caran li mal û zeviyên taxê geriyan. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de îfadeya gelek kesên li herêmê dijîn hatin girtin. Di vê çarçoveyê de birayê Narîn E.G. (18) ji ber şopa gezê ya li milê wî hat binçavkirin. Di encama mînakên ku ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatin şandin de, nehate tespîtkirin ka kêzik a Narîn e yan na û bira hat berdan.
 
Di çarçoveya lêpirsîna berfireh de mamê Narîn û muxtarê taxê Salim Gûran di 2'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin. Di encama mînakên DNA'yê yên ji wesayîta mamê wê hatin girtin de bi mînakên DNA'yê yên li ser cilên Narînê hatin girtin û piştî îfadeyên nakok ên mam , Salim Gûran bi îdîaya "kuştina bi qestî" û "desteserkirina azadiya kes" hat girtin û şandin girtîgehê.