Li Mêrsînê tundiya mêr

  • 10:03 8 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN -Li navçeya Tarsûsê Çetîn Gençay jinek qetil kir û jinek jî birîndar kir.
 
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê mêrê bi navê Çetîn Gençay, Feriye Gözûala û Hamiyet G. bi çekê gulebaran kirin. Ji jinên ku  hatin  gulebarankirin Feriye li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Hamiyet jî ji aliyê ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê ve rakirin nexweşxaneyê.
 
Kiryar Çetîn Gençay ji cihê bûyerê 100 metre dûr întîhar kir.
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.