ROJEVA 08'Ê ÎLONA 2024'AN

  • 09:00 8 Îlon 2024
  • Rojev
 
*  Di nûçeyên zarokan de balkişandina ser nasname û nîjadê di civakê de pêşdarazê girandike. Ji bo çapemenî dest ji vî zimanê newekheviyê berde û ji bo wekheviya zarokan rolek çawa dikare bigire ser xwe? MEDYA KRÎTÎK 
 
* Parêzvanên xwezayê der barê êrîşa li Hopayê hat jiyîn axivîn û gotin sermaye û şîrket ji bo berjewendiya xwe tundiyê zêde dikin û dewlet jî ligel van şîrketan cih digire. Jinan wiha got: “Li dijî êrîşan divê ekolojîst bên gel hev û têkoşînê mezin bikin. Em çiqas bibin yek em ê evqas xurt bibin.” DÎMEN HEYE
 
* Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku qeyûman zirarek mezin daye destkeftiyan lê bi projeyên ku xistine jiyanê ji jinan re qadên nû vekirine û got: “Li dijî polîtîkayên ku 8 sal in destê jinan vala hiştine em dibêjin ‘em li vir in’.” BI DÎMEN