ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 24 Tebax 2024
  • Rojev
 
* Li Hîndîstanê destdirêjî li jinekê hatibû kirin û piştre hatibû qetilkirin. Jin piştî vê daketin kolanan pankarta ‘jin jiyan azadî’ hildan. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk der barê mijarê de axivî û got dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ azadî û rizgariya jinê hedef dike û bûye rêgeza tevgera jinan. BI DÎMEN 
 
* Konservatuara Aram Tîgran ya ku qeyûman girtibû bi dirûşmeya "Hûn ne bê alternatîf in! Aram Tîgran dest pê dike" wê ji nûve bê vekirin. Şanoger Elvan Koçer ji bo rêwitiya hûnera ku wê ji nûve dest pê bikin bang kir. BI DÎMEN 
 
*Rojnameger Nişmiye Guler da zanîn ku Gazete Şûjinê di pêvajoya OHAL’ê de dengê jinan daye bihistin û cihekî girîng di temenê xweyê kurt de girtiye. Nişmiyeyê got di rewşa li dijî zextan yekitî tunebe de wê girtina rojnameyan hîn bêtir zêde bibe. DÎMEN HEYE