Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû 2025-04-27 14:02:04         WAN - Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê di roja 3’yemîn de bi dawî bû.    Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê ku bi malovaniya Komeleya Jinan a Starê li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Wanê hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Komxebat sê rojan domiya û ji 58 komeleyên jinan gelek jin tev li bibin.     Di roja ewil a komxebatê de mijarên “Ji komxebata berê heta niha li herêman çi hate kirin?” û “Weke pêkhateyên komxebatên jinan em bi hev re li ser rewşa xwe û rojevên xwe diaxivin” hatin nîqaşkirin. Di roja duyemîn de xebatên atolyeyê hatin lidarxistin.    Di roja dawî ya komxebatê de jî bi serenavê “Pirsgirêkên me yên çavkaniyan û pêşerojê yên di serdema pêşiya me de” re ji bo diyarkirin cih û rojeva “Komxebata sereke” nîqaş hatin kirin.