Li ser wekheviya zayenda civakî atolye hat lidarxistin 2025-04-25 12:04:00       AMED -Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re şiddetê rawestînin" de li Navenda Jiyana Jinan a Ben û Senê atolyeyek li ser wekheviya zayenda civakî li dar xist.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re şiddetê rawestînin" de çalakiyên xwe didomîne. Di çarçoveya kampanyayê de li Navenda Jiyana Jinan a Ben û Senê li ser mijarên "Wekhevî/newekheviya zayenda civakî" û "Şiddeta li dijî jinan û cureyên şiddetê" atolyeyek hat lidarxistin. Di atolyeyê de hat destnîşankirin ku zayenda biyolojîk li ser taybetmendiyên fizîkî yên ji dayikbûnê ve tê avakirin, lê zayenda civakî dikare bi demê re biguhere û di çandên cuda de bi awayên cuda derkevin holê. Hat teqezkirin ku newekheviya zayenda civakî di gelek qadên jiyanê de xwe nîşan dide, wek beşdariya kêmtir a jinan di jiyana kar de, û nikaribûna wan ku bi wekhevî ji xizmetên perwerdehî û tenduristiyê sûd werbigirin.   Di atolyeyê de, hate ziman ku yek ji encamên herî girîng ên newekheviya zayenda civakî şiddeta li dijî jinan e, pênaseya şiddeta li dijî jinan, cureyên şiddetê û mekanîzmayên têkoşîna li dijî şiddeta li hember jinan hatin ravekirin.   'Me dest pê kir ku li mal jî li ser newekheviyê biaxivin'   Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn, mînak dan ku newekheviya zayenda civakî çawa jiyana wan sînordar dike. Jinan, ku gotin ku êdî dest pê kirine ku li malê jî li ser newekheviyê biaxivin, anîn ziman ku dest pê kirine ku hemû endamên malê bikin hevparên karên malê û ji bo pêdiviyên xwe yên takekesî jî perê xwe veqetînin. Jinan, ku anîn ziman ku hebûna navendên piştgiriya jinan ku dikarin li dijî şiddeta hember jinan serî lê bidin, hîs dide wan ku ew ne bi tenê ne, gotin ku gihîştina wan a ji bo piştgiriya edlî ya belaş ji bo mafên xwe yên medenî jî, di çarçoveya protokola ku Şaredariya Mezin bi Baroya Amedê re kiriye, pir girîng e.