ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-19 09:00:00     * Xizmên girtiyan derbarê hevdîtina heyeta Îmraliyê ya ku wê bi wezareta dadê re pêk bîne axivîn û gotin: “Çend caran sererastkirina înfazê pêk hat lê girtiyên siyasî ji vê fêde negiritn. Em dixwazin girtiyên siyasî jî bikevin çavçoveya sererastkirinan. Em azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyan dixwazin.” BI DÎMEN    *Fatma Ozbay ku azadî xeyal dikir û ji bo vê pêk bîne têkoşîn meşand tevî pirsgirên tenduristiyê li  28 sal e berxwe dide. Têkoşîn û girêdana wê ya bi jiyanê re dîwaran hildiweşîne.   *Seroka Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer der barê pêşnûmeya Destura Bingehîn ya ku hikûmeta Şamê ya demkî amade kiriye de axivî û got desturek bingehîn ya yekparêz hatiye amadekirin û der barê jinê de tu tiştek tuneye. BI DÎMEN