Mukadder Yidiz Okali ya girtîbû hat tahliyekirin 2025-04-09 18:49:17   AMED - Mukadder Yildiz Okal ku i bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li girtîgeha Amedê 6 sal bû girtîbû hat tahliyekirin.   Mukadder Yildiz Okali di 2019’an de li Êlihê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û şandin girtîgeh Êlihê. Piştre sewqê girtîgeha Amedê hat kirin û piştî 6 salan şûnde hat tahliyekirin. Mukadder Yildiz Okali ji aliyê malbata xwe, TUAY-DER’ê ve hat pêşwazîkirin.    Mukadder Yildiz Okali axaftinek kir û balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got hêviya wan ev eku ev pêvajo baş bimeşe û dayik bigihêjin zarokên xwe, aştiyeke mayînde pêk bê.   Pêşwazîkirin bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.