DEM Partiyê bi Partiya Keskan a Almanyayê hevdîtin kir 2025-04-08 18:55:45   ENQERE- Hevserokê Partiya Keskan a almanyayê Felix Banaszak û heyeta pê re serdana DEM Partiyê kir.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li meclîsê  Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Felix Banaszak û heyeta pê re pêşwazî kir.   Di çarçoveya serdanê de endamê Parlamentoya Almanyayê  (Bundestag) Max Lucks jî bi Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Felix Banaszak re bû.   Hevdîtin li salona civînê ya DEM Partiyê ya li Meclîsê pêk hat. Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Tûncer Bakirhan û heyeta bi wan re, heyeta Almanyayê pêşwazî kirin.   Civîn nêzî saetekî dewam kir û ji bilî geşedanên heyî yên li Tirkiye û herêmê, têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê û geşedanên pê re hatin nîqaşkirin.