Li Amûdê peyama Rêber Abdullah Ocalan hate gotûbêjkirin 2025-04-08 15:44:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di civînekê de ku ji aliyê Meclisa Jinan a PYD'ê ve li li bajarê Amûdê hate lidarxistin, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan gotûbêj kir.   Jinan di civînekê de ku ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li li bajarê Amûdê hate lidarxistin, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan gotûbêj kir.   Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Nicûde Faris naveroka peyamê ku tê de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk cih girtibû, nirxand.   Nicûd Faris diyar kir ku destûra nû ya Sûriyeyê jinan ji beşdarbûna di avakirina siberoja Sûriyeyê de dûr xistiye û got: "Em daxwaza destûreke ku mafên jinan biparêze û azadî û serxwebûna wan misoger bike, dikin."   Beşdarên civînê destnîşan kir ku  Abdullah Ocalan ramanên jinan guhertine û bang li jinan kir ku li dijî îdeolojiya baviksalar a ku rola wan sînordar dike û pêşketina jinan asteng dike, tê bikoşin.   Di dawiya civînê de beşdaran banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê kir da ku jin destûreke ku mafên wan biparêze saz bikin.