Ji Rojnamegeran bang: Veda Rabbanî serbest berdin 2025-03-15 14:56:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Veda Rabbanî ya ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaşe, komek rojnameger serî li saziyên darazê yên Îranê dan û xwestin Veda Rabbanî demildest were berdan.   Rayedarên Îranê zext û pêkanînên kêfî li girtîgehan didomînin, li dijî girtiyan bi hemû awayan şîdetê dikin û mafên wan binpê dikin. Mafê dermankirinê nîn e û ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.   Duh, 14’ê Adarê, komek rojnamegeran name ji darazên edlî yên Îranê re şandin, xwestin rojnameger Veda Rabbanî ya ku cezayê wê pênc meh maye û rewşa wê ya tendirustiyê xirab e were berdan.   Veda Rabbanî ya ku ji sala 2011'an ve heta niha di rojnameyên fermî de dixebite, di dema şopandina çalakiyan de hatibû girtin, piştî lêdaneke xirab, wê biribûn Girtîgeha Jinan a Evînê û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.   Dibe ku çavên wê kor bibin   Berê jî parêzerê Veda Rabbanî diyar kiribû ku ji ber li girtîgehê derman nebûye, rewşa wê nebaş bûye û dibe ku bibe sedama nedîtina çavên wê, bang kiribûn ku ji bo dermankirinê mafê derketina ji girtîgehê were dayîn.   Li aliyê din di nameyeke ku ji Girtîgeha Evînê hatibû şandin de hatibû diyarkirin ku tabletên ji bo sikûnetê didin kesên ku piştî serhildana Jîna Emînê hatine girtin.