Li taxên Sêrtê pîrozbahiya Newrozê 2025-03-15 09:47:54     SÊRT - TJA, Botan-DER û Kurdî-DER li ser agirê Newrozê yê li Navçeya Conkbayir a Sêrtê hat pêxistin li hev civiyan.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Botan Der û Kurdî-DER agirê Newrozê li taxa Conkeybîr a Sêrtê pêxistin. Parlamentera Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sebehat Erdogan Saritaş, rêveberên bajêr ên DEM Partiyê, Hevşaredara Sêrtê Sofia Alagaş a ku qeyûm li şûna wê hate tayînkirin û gelek welatî tevlî çalakiya Newrozê bûn.   Gel li dora agir rawestiya û dirûşme berz kirin.