Yên gihiştina sira agir (4) 2025-03-15 09:07:53   Pirek ji agir   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrok hinek kesan jibîr nake. Wek Sema Yuce ya "Gihişt sira agir" û ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bedena xwe kir pira ji agir.   Di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de pêvajoyên dîrokî hene. Di van pêvajoyan de herî zêde di Newrozan de ev derketiye pêş. Agir bi azadiyê, azadî bi jiyanê jiyan bi jinê hatiye avakirin û ev pêvajo wisa derketine holê. Sema Yuce di nav vî agirî de yek ji jina ku xwe ji nûve heyî kiriye û derbasî dîrokê bûye.   Hinek kes di dîrokê ne tenê wek kes tên bibîranîn; hebûna wan wek bangekê ye serhildanekê ye. Sema Yuce jî wek Leyla Qasim, Zekiye Alkan, Ronahî-Berîvanê nemir bû.   Sema Yuce, di sala 1971’an de li Agiriyê hat dinê. Malbata wê tevlî serhildana Agiriyê bûye. Di nava malbatê de jê re digotin Leyla Qasim. Sema heta zanîngehê li Agiriyê xwend, di sala 1989’an de zanîngeha ODTU beşa sosyolojî qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir ciwanên welatparêz nas kir û tevlî xebatên ciwanan bû. Di sala 1991’an de zanîngeh berda û tevlî têkoşînê bû.      Li ser azadiya jinê hûr dibe   Sema di girtîgehê de li ser azadiya jinê hûr dibe û êrişên li hember Gelê Kurd ji nêz ve dişopîne. Sema piştî sal derbas bûn di Newrozê de li zîndanê agir berda bedena xwe û dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî."    Sema di nivîsek xwe de dibêje ku "Du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye." Di nameya xwe de dibêje "Aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e."   Sema, 21’ê Adara 1998'an de piştî Bîrdoziya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir.    Di 17’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da   Sema ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Di nameyên xwe yên hiştî de wiha dibêje: “Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di kêliya ku ez vê nameyê dinivîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyane, kêliyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyane û em dikarin gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”