ji bo Newroza Wanê banga tevlibûnê 2025-03-13 15:30:31     WAN - Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku wê di 19'ê Adarê de li navçeya Elbakê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.   Welatiyan ji bo Newroza Wanê ya ku wê di 19'ê Adarê de li navçeya Elbak  a Wanê bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" bê lidarxistin, hatin vexwendin.     Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û gelek kes tevlî çalakiya hat lidarxistin bûn.     Welatiyan agirê Newrozê li ber avahiya navçeya  DEM Partiyê pêxistin û li dora agir govend gerandin.