‘Em dest ji têkoşîna civaka demokratîk bernadin’ 2025-03-08 22:38:39   ÎZMÎR/ENQERE- Jinan di Meşa Şevê ya Femînîst yên li Îzmîr û Enqereyê pêk hatin de gotin: “Em dest ji têkoşîna xwe ya civaka demokratîk bernadin.”   Yek ji bajarên ku bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Meşa Şevê ya Femînîst lê pêk hat Îzmîr bû. Meşa Şevê ya Femînîst ji ber Malapirtûkan a Penguen dest pê kir û li ber Navenda Çanda Turkan Saylan bi daxuyaniyê berdewam kir. Di meşê de pankara ‘bila malbata pîroz ya we be, serhildana femînîst û piştevanî ya me ye’ hat vekirin. Her wiha dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘ji şer re na’, ‘Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewînin’ hatin berzkirin.   Kurdiya daxuyaniyê Ayşenur Eker, ya Tirkî jî Asli Can û jina trans Anînar xwendd. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burgu Gul Çubuk, parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê  Gokçe Gokçen û şaredarê Karabaglar Halîl Înay Kinay tevli bû.   ‘Êrîş her diçin zêde dibin’    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi sedsalane li dijî tundiya mêr-dewletê, binpêkirina kapîtalîzm patriyarkal, homofî û polîtîkayên  li kolanane. Her wiha hat diyarkirin ku êrîşên li hember jin û LGBTÎ’yan her diçin zÊde dibin û wiha hat gotin: “We Peymana Stenbolê fehs kir. Hûn 6284 pêk naynin. We ji bo kujeran ceza daxistin. Di 2024’an de 394 jin hatin qetilkirin û 259 bi guman jiyana xwe ji dest dan. We wek întîxar serê bûyerna girt, we kujer parastin. We çav berda mafê nefqeyê. Em van qebûl nakin. Bi îlankirina ‘sala malbatê’ hewl tê dayîn jin bên çewisandin.Krîz aborî ewi li jinan dixe. Di şer de ewil jin bi bandor dibin. Em dest ji daxwaza xwe ya aştiya bi rumet bernadin. Em dest ji têkoşîna xwe ya civaka demokratîk bernadin.”   Çalakî  bi dirûşmeyan bidawî bû.   Enqere   Li Enqereyê jî bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê meşa şevê a femînîst pêk hat. Jin li Kolana Yukselê hatin gel hev û bi dirûşmeyan ji Kolana Konur derbas bûn û meşiyan Kolana Sakaryayê.  Parlamenterên DEM Partiyê li qadê cihên xwe girtin.   Jinên meşa xwe temam kirin daxwaza wan ya îsal aştî bû. Jinan li dijî desthilatdariya ku sala 2025’an sala malbatê îlan kiribûn gotin ‘sala têkoşînê.’ Li ser navê platformê daxuyanî hat xwendin.   Berxwedana me bê sînor e   Di daxuyaniyê dehat diyarkirin ku her ku têkoşîna jinan xurt dibe polîtîkayên zextê jî zêde dibin û wiha hat gotin: “Berxwedana me bêsînor e, ji ber ku em dixwazin kapîtalîzma baviksalarî ya ku bedena me, keda me û heta hestên me desteser dike ji holê rakin! Em li vir in ji bo keda xwe ya ku ne xuya ye û ne jî heqdest e, ji karê malê bigire heya lênihêrîna zarok û nexweşan. Hevgirtin û têkoşîna me ya femînîst ji sînoran derbas dibe.  Em dengê xwe bilind dikin. Em ji dîroka xwe ya têkoşînê dizanin: Ti zext, binçavkirin û girtin nikarin me bişkînin! Em dixwazin herikîna jiyana asayî ya ku bi şîdet û îstîsmara baviksalarî hatiye mohrkirin berevajî bikin û jiyaneke ku em ê wekhev û azad bin biafirînin! Em serhildana xwe mezin dikin da ku cîhanek femînîst ava bikin ku tê de sînor, çîn û şer lê tunebin û baviksalarî tê hilweşandin.”   Piştî daxuyaniyê jinan li qadê govend gerandin û bi dirûşmeyan belav bûn.