Îlham Ehmed: Doz û çarenûsa jinan yek e 2025-03-08 14:08:55         NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed di pîrozbahiya 8’ê Adarê de diyar kir ku doz û çarenûsa jinan yek e û got: "Dengê ku li vê qadê bilind dibe, dengê tevahî jinên Sûriyeyê ye. Jinên ku niha li çeperên şer li ber xwe didin, ji bo tevahî jinên Sûriyeyê şer dikin."   Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" 8’ê Adarê li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê pîroz dikin.   Di pîrozbahiyê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlam Ehmed axivî. Îlham Ehmed di destpê axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû şehîdên şoreşê û şervanên di çeperên berxwedanê de pîroz kir.   Îlham Ehmed bal kişand ku ew di pêvajoyeke dîrokî ku çarenûsa herêmê tê diyarkirin re derbas dibin û got; “Her gav, gotin û xebatek tê wateya diyarkirina pêşerojê. Eger em îro li vir kom bûne û 8’ê Adarê pîroz dikin, ev bi saya kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe dane û yên di çeperên şer de li ber xwe didin e.   Me gelek rojên zehmet derbas kirin. Êdî çarenûs û pêşeroja Rojhilata Navîn tê diyarkirin. Eger çarenûsa herêmê tê diyarkirin, divê civak jî bi hêz rabe ser piyan. Kurd pêşengiya vê pêvajoyê dikin. Em niha li vir şahiyê pîroz dikin, lê li herêmên din yên Suriyeyê komkujî pêk tên. Lê em êşa wan jî dikişînin. Dema li bajarên Latikiye û bajaran din jin tên kuştin, weke ku em tên kuştin e.”   Îlham Ehmed da zanîn ku doza jinan yek e û wiha pê de çû: “Li ku dibe bila bibe çarenûsa jinan yeke. Dengê ku li vê qadê bilind dibe, dengê tevahî jinên Sûriyeyê ye. Jinên ku niha li çeperên şer li ber xwe didin, ji bo tevahî jinên Sûriyeyê şer dikin. Jin di hemû qadan de têkoşîna xwe berdewam dikin. Suriyeke ku zarok, civak tê de azad bin, jin û mêr weke hev bin, ancax bi têkoşîna jinên azad gengaz e.”   Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl jî di mitîngê de wiha axivî: “Em 8’ê Adarê li tevahî jinan û Rêber Apo, li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.  Berê dema roja 8’ê Adarê dihat pîrozkirin, desthilatdaran asteng dikirin. Lê Rêber Apo rabû û hemû rojên jinan bûn cejin û jinan di hemû qadên civakê de cihê xwe girtine. Di 27’ê Sibatê de me Rêberê xwe dît, îro jî peyama Réber Apo hatin belavkirin. Divê em di 8’ê Adarê û Newrozê xurtir têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin.”