Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bîranîn 2025-03-08 12:47:57   ÎZMÎR - Denîz Poyraz a hatî qetilkirin li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranînê de Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk axivî û diyar kir ku dewleta mêr dê hesabê sûcên şer bike.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmîrê çûn serdana gora Denîz Poyraz û çalakiya bîranînê li dar xistin.   Di bîranînê de li ser navê Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin gotina yekemîn girt. Behiye Yalçin qetilkirin şermezar kir û diyar kir ku divê jin hesap bidin.   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew ê hesab ji kujerên Denîz Poyraz bipirsin û destnîşan kir ku navê wê tu carî nayê jibîrkirin.   Di bîranînê de ji bo Denîz Poyraz û kesên di têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Li dû kêliya rêzgirtinê qurnefîl li ser gora Denîz Poyraz hatin hiştin.   Bîranîn bi dirûşmeyên "Denîz Poyraz namir e", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.