Jin li Rojava berê xwe didin qadên 8’ê Adarê 2025-03-08 11:43:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Heleb û herêmên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girseyên gel berê xwe didin qadên pîrozbahiyên 8’ê Adarê.   Li Helebê û herêmên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê girseyên gel diherike 5 qadên pîrozbahiyan.    Pîrozbahî dê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Helebê werin lidarxistin.   Di vê çarçoveyê de şêniyên Qamişlo, Til Hemîs, Til Koçer, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê û Girkê Legê diherikin Qada Newroz a li taxa Hîmo ya bajarê Qamişloyê. Şêniyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Til Birak û Holê berê xwe didin Stadyuma Beledî ya li bajarê Hesekê. Şêniyên kantona Firatê (Kobanê, Eyn Îsa, Sirîn) diherikin Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê. Her wiha şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diçin Qada Newroz a li herêma Şiqeyêf. Şêniyên Reqayê jî dê pîrozbahiyê li Staduyma Beledî bikin.