Şaredariya Yenîşehirê 'Belgeya helwesta li dijî tundiyê' îmze kir 2025-03-08 10:59:30       AMED - Şaredariya Yenîşehîrê di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de "Belgeya Helwesta Li Dijî Tundiyê" îmze kir.   Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de gaveke diyarker avêt û "Belgeya Helwesta li Dijî Tundiyê" îmze kir.    Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergûn, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên jin beşdarî merasima îmzekirina belgeya ku bi hejmara 190'an a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) ya "Belgeya Polîtîkayên Pêşîgirtina li Tundî û Destdirêjiya Di Jiyana Kar de" hatiye amadekirin, bûn.   Hevşaredar Safiye Akdag a destpêkê di merasîmê de axivî, bal kişand ser zehmetiyên ku jin di jiyana civakî û karde de dijîn û got, "Em weke jinên ku barê herî giran ê vê jiyanê hildane ser milê xwe û li malê û di  civakê de tundî li wan tê kirin ji ber ku em di ferqa girîngiya xwe de ne gelekî kêfxweş in. Jin hene ku tevî her tiştî têdikoşin û bi salan di girtîgehê de dimînin, ji bo parastina têkoşîna me ya bi hêz û bi rûmet."   Hevşaredar Mehmet Ergun jî anî ziman ku divê cihê jinê di nava civakê de bê xurtkirin û got, "Jin nîvê civakê pêk tînin, lê mixabin di warê mafan de wekhevî pêk nehatiye. Lê belê li cihê ku jiyan, bedewî û wijdan hebe, li wê keda jinê heye. Ji bo civak azad bibe divê zext û tundiya li ser jinê bi dawî bibe."   Şaredariya Yenîşehîrê bi vê belgeya ku îmze kir, soz da ku ji bo xebatkarên jin ên di nava şaredariyê de jîngeheke ewle û wekhev a xebatê peyda bikin.   Piştî merasîma îmzeyan diyarî ji aliyê hevserokan ve ji jinan re hatin dayîn û bername bi gerandina govendê ya jinan li ber şaredariyê bi dawî bû.