Li Helebê ji bo 8'ê Adarê pêşangeh hat lidarxistin 2025-03-08 10:32:16   HELEB - Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî li bajarê Helebê pêşengeha, wênexêzan, helbest û pirtûkan li dar xist û 8'ê Adarê pîroz kirin.   Bi dirûşmeya "Bi rihê banga dîrokî ya Rêber Apo em ê hemû rojan bikin 8'ê Adarê" Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûrî li bajarê Helebê pêşengehek li dar xistin. Di pêşengeha ku li hola Lêlon a ku dikeve taxa Eşrefiyê hat lidarxistin de, tabloyên wêneyan hatin pêşkêşkirin.    Di pêşangehê de wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn a ku li bendava Tişrînê bi êrişên dewleta Tirk hat hedefgirtin jî hebû. Her wiha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşkêşkirin.   Helbest hatin xwendin   Di pêşangehê de helbest hatin xwendin. Bi taybet helbestên pakrewan Şîlan Kobanê hatin xwendin. Her wiha komek muzikê ya xwendekarên Helebê stranên xwe gotin.