KNK’ê 8’ê Adarê pîroz kir 2025-03-08 10:32:12       NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û hate gotin; “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bang li jinên Kurd kir ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Di projeya sedsala xwe de destnîşan dike ku sedsala 21’ê sedsala şoreşa jinê ye.”   Komîsyona Jin a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da.   Di daxuyaniyê hate gotin; “Jinên ku 8’ê Adarê heya roja îro anîn bi ked û cesareteke mezin dîrok nivîsandin. Greva mezin a karkerên jin a New Yorkê ya sala 1857’an ku 129 jinên kedkar hatin şewitandin, rastiya rûyê kapîtalîzmê û tirsa wan a li hember hêza jinên berxwedêr derxist holê. Jinan di sala 1910’an de di 2’yemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Enternasyonalîst de xwestin berxwedana jinan rêxistin bikin û pêşî li pergala mêtinger a kapîtalîzmê bigrin.”   Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt hate gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bang li jinên Kurd kir ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Di projeya sedsala xwe de destnîşan dike ku sedsala 21’an sedsala şoreşa jinê ye. Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên xwe ku meşaleya hemû jinan e, bi rêzdarî bi bîr tînin.   Em 8’ê Adarê li hemû jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê pîroz dikin û bawer dikin ku rojên ronahî wê bi berxwedana jinê bên.”