'Divê dewlet berpirsyariya xwe bîne cih' 2025-03-08 09:05:24   Neslîhan Kardaş   QERS/ÎDIR - Jinan der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: “Merciyê xwedî berpirsyarî divê gavê bavêjin. Banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan, divê ji aliyê dewletê ve bê hembêzkirin. Divê dewlet berpirsyariya xwe bîne cih.”   Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27’ê Sibatê de li Girtîgeha Îmraliyê cara 3’yemîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Pervîn Buldan, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Ahmet Turk, Sirri Sureyya Onder, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol beşdarî hevdîtan 3'yem bûn. Girtiyên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî beşdarî hevdîtinê bûn.   Piştî hevdîtinê şande li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" ragihand. Dema bangê li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bandorek mezin kir, hema hema ji çar aliyên cîhanê piştgirî ji bangê re hat dayîn.   Jin der barê bangê û agirbesta ku PKK’ê îlan kir de axivîn.   ‘Ev civak aştiyê dixwaze’   Hevseroka DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman diyar kir ku dema bihistine ku bang tê kirin kelecanek meizn hîs kirine û li her derê heman kelecan hatiye jiyîn. Arzu Savaş Derman wiha got: “Ev civak aştiyê dixaze. Her kes dixwaze ji bo aştiyê gava pêwist bê avêtin. Banga hatiye kirin ji bo aştiyê gavek mezine. Me bi coş û kelecan bang pêşwazî kir. Divê gavên pêwist bên avêtin. Em di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Ji bo bidawîbûna vî şerî divê merciyên xwedî berpirsyarî peywira xwe bînin cih.”   ‘Divê dewlet destê aştiyê bernede’   Hevsreoka DEM Partiyê ya Îdirê Fatma Kaya jî daxuyakirin ku bi salan e li bende banga ku hatiye kirinê ne û wiha bi lêv kir: “Wek her kesî min jî ev banga dîrokî bi kelecan pêşwazî kir. Bêguman serê min de jî pirs çêbûn. Ji ber bi salane em li bendê vê bangê bûn.Ev banga aştiyê bû. Ev destpêka pêvajoya aştiyê bû. Birêz Ocalan destê aştiyê dirêj kir û divê dewlet vî destê aştiyê bernede.Divê hemû kanalên siyasî berê xwe bidin vê bangê. Divê em bi hev re aştiyê ava bikin.”   ‘Yê aştiyê bîne Birêz Ocalan e’   Rêvebera DEM Partiyê ya Îdirê Nazîfe Çarkli jî ev nirxandin kir: “Yên aştiyê bîne Birêz Ocalan e. Hêviya me heye. Wê pêvajo baş bimeşe. Ev bang ne tenê ji bo me ye ji bo hemû cîhanê bû hêvî. Divê dewlet di vê mijarê de peywira xwe bîne cih. Divê tecrîd bidawî bibe. Em gelê Kurd bangeke bi dîmen jî dixwazin.”