Sîna Wegner: Jîneolojî riya azadbûna jinan vedike 2025-03-08 09:03:35     Melek Avci   ENQERE - Sîna Wegner da zanîn ku jîneolojî tenê zîhn xwedî nake, di beden, hest û rih de tê xwedîkirin û got: “Tevgera jinên Kurd li ser mîrateya têkoşîna femînîst hat avakirin û tevgerên jinan ên li welatên Rojava ji aliyê pergalê ve hatin qelskirin. Jin bi hezaran salan e li berxwe didin û îro jî ji bo azadiyê têdikoşin."   Tevgera Jinên Kurd li cîhanê dibe çavkaniya îlhamê. Ber bi 8’ê Adarê ve, em astengiyên li pêş têkoşîna jinan û jin çawa dikarin bi hev re xurt bibin nîqaş dikin. Endama Komiteya Jîneolojiyê ya Almanyayê Sîna Wegner der barê tevgera jinên Kurd, pêvajoya naskirina jîneolojiyê, têkiliya xwe ya bi femînîzmê re vegot. Li gorî Sîna Wegner Jîneolojî ne tenê teorî ye, di heman demê de perspektîfa ku têkoşîna azadbûna jinan ji kokê diguhere ye.   ‘Min paradîgma xwend, bandorek mezin li ser min kir’   Sîna Wegner  behsa naskirina Jîneolojî û tevgera jinên Kurd kir û got şoreşa Rojava û tevgera Kurd a li Rojava li kampek ciwanan a Almanyayê bihîstiye û pir bi bandor bûye. Sîna Wegner wiha vegot: “Min der barê paradîgmayê de dest bi xwendinê kir. Ez bi bandor bûm. Gelek fikr û nirxên berê min li cihên din dîtibû bi hev girê dida û dianî gel hev. Bi tesadufan ez çûm atolyeyê. Jinekê dîroka 5 hezar salî ya jinan vegot. Jineke li Tirkiyeyê girtî mabû û şoreşa jinan vedigot li pêş min bû. Ez tevli meşa dirêj a azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan bûm. Min bi xwendina paradîgma û şoreşê hîn bêtir fêm kir.”   ‘Jîneolojiyê ne tenê zîhn, di beden, hest û rihê min de jî aliyên nû vekir’    Sîna Wegner balkişand ser nokteyên ku Jîneolojiyê çawa bala wê kişandiye û  ev nirxandin kir: “Dema min navê Jîneolojiyê bihîst bi bandor bûm. Di salên dawî de ez der barê civaka Kurd, mirovahiyê de, li Almanyayê gelek tişt hîn bûm. Min 10 salan dibistan xwend. Ji ber vê analîz û teorliyên di encama têkoşîna salan a li Kurdistanê derketiye holê bala min kişand. Jîneolojiyê ne tenê zîhnê min, rih, beden û hestên min jî pêş xist. Di encama kampa jîneolojiyê ya cara ewil tevli bibûm de min hestê xurt ê bi min re derket holê ferq kir.”   ‘Divê femînîst tevgera jinên Kurd fêm bikin’   Sîna Wegner di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser nîqaşên li ser femînîzm û jîneolojiyê û wiha domand: “ Femînîzm û jîneolojî ji bo min bersivên cuda yên ji bo pirsên dişibin hev hatine dayînê ne. Lê ji hev nayên veqetandin. Jîneolojî di heman demê de li ser mîteya têkoşîna femînîst hatiye avakirin û di roja îro de ji bo têkoşîn hîn berfirehtir bibe divê femînîzm ji jîneolojiyê rê û rêbazan bigire. Dema ku tevgerên femînîst ên salên heftê û heştêyî li Rojava bi giranî ji hev belav bûn, Tevgera Kurd karî bijî û tiştên ku hîn bûye bi pêvajoya nûbûnê ve her tim bidomîne. Ji bo femînîstên rojavayî tevgerên wekî Tevgera Jinên Kurd bi rastî fêm bikin, divê dev ji nêzîkatiyên xwe yên rojhilatnasî û Ewropayî berdin.”   ‘Tevgera Jinên Kurd xwedî tecrubeyek mezin e’   Sîna Wegner destnîşan kir ku jîneolojî li gelek welat û parzemînan belav bûye û got gelek tevgerên jinan rêzdariyê nîşanê Tevgera Jinên Kurd dide, ji ber ku tevgera jinên Kurd xwedî tecrubeyek mezin û pratîka civakî ya rastîn e. Sîna Wegner da zanîn ku bi konseyên jinan, malên jinan, gundên ava kirine, bi têkoşîna li dijî DAIŞ û serdestiya mêr dimeşînin, bi parastina cewherî ya li dijî artêşa Tirk, li seransrê cîhanê xwe nîşan dane û bûne îlham.”   'Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin'   Sîna Wegner di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser 8’ê Adarê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergalên îro me difetisînin ewil li hember jinan hatine avakirin. Ji ber vê jin bi hezaran salan e têdikoşin. Êrîş çi dibin bila bibin jinan têkiliya xwe bi nirx, xweza û jiyanê qut nekirin. Jinan tenê civak li ser piyan nehiştin, derbarê jiyaneke mirov dikarin bijîn de vîzyon afirandin. Nasnameya me ji destê me hat girtin û divê em xwedî lê derkevin. Vê em dikarin bikin û bi jiyankirina wê, bi têkoşîn û divê em weke nasnameyeke xurt, kolektîf û bi kok pênase bikin.”   'Vê tevgerê li seranserê cîhanê rêxistinên jinan xurt kiriye'   Sîna Wegner hedefgirtina jinên Kurd jî nirxand û wiha anî ziman: “Tevgera Jinên Kurd ne tenê li ser civaka Kurd li seranserê cîhanê bandorek mezin li ser jinan  û gelan kiriye. Vê tevgerê li seranserê cîhanê rêxistinên jinan xurt kiriye û bi konferansên jinan ên cîhanê jin aniye gel hev û îlham daye gelek rêxistibûnên jinan ên welatên din. Hewldana wan li gelek deveran şitl şîn kirin.”   ‘Ji bo jiyanek azad em ê têkoşînê bidomînin’   Sîna Wegner di dawiya axaftina xwe de ji bo 8’ê Adarê jî ev bang kir: “8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Pir tişt qewimîn, gelek tişt hatin guhertin. Ez difikirim ku gelek ji me dikarin hîs bikin ku di van deman de tişt ewqas zû diguherin. Demên bi kelecan! Û ew jî demên ku gelek ji me di zindanan de, di şeran de, di malên malbatê de êş û azarên xerab dikişandin. Ji bo ku em bibin hêza ku ji vê rewşê derbikeve, di civakê de roleke veguherîner bilîze û bigihêje azadiyê, divê em têkoşîna xwe gelekî kûrtir bikin. Dema ku em rewşa xwe û pergalên desthilatdariyê yên ku em rû bi rû ne, analîz dikin divê em pir zelal bin. Her çendî li Rojava her dem hewl bidin ku bala me bikşînin jî, divê em giraniya rewşê fêm bikin. Ji bo aştiya adil, ji bo xweza û dayikê û ji bo jiyana azad em ê bi hev re û bi biryar têkoşîna xwe bidomînin. Ji hemû jinan û têkoşîna femînîst re serkeftinê dixwazim! Jin, jiyan, azadî.”