Têkoşîna bi gotina ‘Jin azad nebe civak azad nabe’ destpê kiriye 2025-03-08 09:02:35   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Ayşe Çîftçî li dijî zewaca temenê zarokatiyê, li dijî zextên hatine kirin bi gotina "Jin azad nebe civak azad nabe" berxwedan û veguherîna xwe daye destpêkirin û got: “Ji bo azadiya min tu tiştekî ez nekim tunebû. Min ev ji zûde ji têkoşîna jinê fêr kiribû. Min ji bo jiyanek bi rumet têkoşîna xwe meşand. 18 sale têdikoşim. Em ne mahkumê bêçarebûnê ne. Paradîgmayeke me ya ku azadiya jinê esas digire heye.”   Berxwedana jinan li her qadê her diçe mezin dibe. Jin têkoşîna xwe rêxistinkirî didomînin. Ayşe Çîftîçî ku temenê biçûk de hatiye zewicandin lê jiyana lê hatiye ferz kirin qebûl nekir, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji ajansa me re axivî.    Temenê zarokatiyê de zewac û têkoşîn   Ayşe Çîftçî di 1984’an de li Erdîş a Wanê hatiye dinê û tenê dibistana seretayî xwendiye. Ayşe Çîftçî wiha dibêje: “Ji bo biçim dibistanê min gelek têkoşîn da lê malbatê ez neşandim. 14 salî hatim nîşankirin û 15 salî zewicîm li Stenbolê bicih bûm. Ez çûm cihekî ku qet niznaim. Ev jiyan li min hat ferzkirin. Zewaca temenê zarokatiyê feraseteke ku jiyana mirovan vediguhere cehnemê. 12-13 salan zewicandî mam. 3 zarokên min çêbûn. Pirsgirêk hatin jiyîn min ev pirsgirêk qebûl nekirin. Min têkoşîna xwe meşand.Nêzî 10 salan min têkoşîn meşand. Mi serî li dewletê da lê çareser nekirin. Gotin em zarokên te bigirin bidin yurdê. Ev ji bo min ne çaresrî bû. Ji bo min ewlehî pêwist bû. Têkoşîna jinan her tim pêşengî ji min re kir. Min têkoşîn nas kir û  vê hêzek xurt da min. Min ji têkoşînê hêz girt û pirsgirêkên xwe çareser kir.”   ‘Jin azad nebin civak azad nabe’   Ayşe Çîftçî wiha anî ziman: “Min li mala malbata hevjînê ku dest jê berda têkoşîna azadiyê nas kir. Li malê her tim Roj TV, Medya Tv vekiribû. Me temaşe dikir. Min têkoşîna hevalan ji wir dît. Di bernameyek televîzyonê de gotina ‘jin azad nebe civak azad nabe’ pir bala min kişand. Ev ji bo min bû qonaxeke. Ez ji jîneolojiyê pir bi bandor bûm. Min ligel wan cih girtin wek peywir dît.”   ‘Dema hemû jin azad bibin ez ê jî xwe azad hîs bikim’   Ayşe Çîftçî bi lêv kir ku ji bo azadiya xwe tiştekî ku neke tunebû û got ev ji têkoşîna jinê fêr kiriye. Ayşe Çîftçî wiha dirêjî dayê: “Ji xwe ez pir ji têkoşîna jinê bi bandor bibûm. Di vî alî de armanca min ew bû ku ez vê têkoşînê ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû jinên weke min têbikoşim. Li dijî zîhniyeta koledarî û serdestiya mêr a li ser jinên li Kurdistanê tê ferzkirin, neçar mabû ku daxuyaniyek bidim û min ev yek bi vê têkoşînê bi dest xist. Min xwe bi vê têkoşînê dît, min xwest ez xwe azad bikim, piştre jî min xwest vê têkoşînê ji bo hemû jinan berfireh bikim û bimeşînim. Dibe ku min hinek zehmetî derbas kiribe, lê niha ji bo azadiya civakî têdikoşim. Dibe ku min ji bo xwe tiştek kiribe, lê tenê eger hemû jin azad bin ez dikarim azadiya ku ez dixwazim hîs bikim.”   ’18 sale bi jinan re têkoşîna xwe dimeşînim’   Ayşe Çîftçî pêvajoya ku di qada siyasî de xebat dimeşand vegot û got di malbatê de yekane jinan ku têkoşîn dimeşand  bûye û ji bo jinên din jî bûye îlham. Ayşe Çîftçî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2002’an de min yekem denga xwe ji bo DTP’ê bikaranî. Ji wê demê de min dest bi xebatan kir. Ji xwe diçûm mîtîngan. Bi HDP’ê re hîn bêtir aktîf bûm û min xebatên jinan meşand. Niha jî hevserokatiya DEM Partî ya Sancaktepeyê dikim. 25 salî min dest bi xebatan kir. Niha 43 salî me. 18 sale têkoşînê dimeşînim. Em ne makumê çaresreiyê ne. Ez 8’ê Adarê wek qada têkoşînê dimînim. Em ne mahkumê çaresreiyê ne. Çareya me heye. Paradîgma azadiya jinê heye.”