ROJEVA 05'Ê ADARA 2025'AN 2025-03-05 09:00:00     * Têkoşîna Jinên Kurd, asta nîqaşên îdeolojîk û asta rêxistinbûyîna ku bi çalakiyan pêşxistiye, nîşan dide ku “Şoreşa Jinê” dikare pêk were û bi sîstemên konfederal ên hemû jinên cîhanê re dikare xwe bigihîne lûtkeyê. DOSYA    * Parêzera navneteweyî Eva Schonveld da zanîn ku banga Abdullah Ocalan girîng e û wiha got: “Tevgra Azadiya Kurd di navbera aktîvîstên siyasî de bandorek navneteweyî afirandiye. Zelalbûna wan, fikr û tecrubeya wan ji bo bidawîbûna binpêkirinê li sernaserê cîhanê dibe çavkaniya îlhamê.”    *Têkoşîna jinan a li Fransayê ji Jeanne d’Arc heta îro tê.  Şervavenek di serdema navînde, jinên di Şoreşa Fransayê de li ber barîkatan berxwedan, dema sanayiyê de kedkarên jin yên têkoşîna kedê dan û sedsala 20’a de aktîvîstên bi tevgerên femînîst re civak veguhertin... Jinan seranserê dîrokê mafên xwe parastin li dijî zextan têkoşiyan. Têkoşîna wekheviyê îro jî didome. DOSYA    * Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku ji ber parvekirinên li ser çapemeniya civakî, binçavkirin û girtin, tê tehdîdkirina azadiya fikr û ramanê û wiha got: “Li Tirkiyeyê desthilatdarî heqîqetê her tim vedişêrin. Ji bo vê jî azadiya fikr û ramanê dikin bin zextan. Bi taybet ji ser tercîhên siyasî û organîzekirî ev êriş tên kirin.” BI DÎMEN    * Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê endama TJK-E’yê Faraşîn Sîdar der barê têkoşîna dimeşînin de nirxandi kir û got: “Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê hêza berxwedanê ya mezin derket holê. Felsefeya "Jin jiyan azadî" di vî alî de bû meşale. Jin li dijî pergala serdest êdî têkoşînek hîn bêtir yekbûyî dimeşîne. Piştî 8’ê Adarê em ê ber bi Newrozê pêla berxwedanê mezin bikin.” DOSYA-BI DÎMEN   *Jinan diyar kirin ku piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berpirsyariyek mezin dikeve ser milê wan. Jinan diyar kirin ku bang gelek girîng e û wê bandorê li hemû gelên cîhanê bike.  BI DÎMEN    *Endama Komîteya Amadekar Derya Ozbey ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku li Qada Îstasyonê ya Amedê wê bi dirûşmeya "Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin" bê lidarxistin, bangawazî kir û got, "Ji bo aştiyê em amade ne ku her tiştî bikin. Ji ber vê yekê em li Qada Îstasyonê li benda we ne ku 8'ê Adarê hembêz bikin."  BI DÎMEN   *Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin nirxand û diyar kir ku bi banga dîrokî pêvajoyeke guhertin û veguhertinê hatiye destpêkirin û divê ev pêvajo di nava şert û mercên ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nedome, were birêvebirin.  BI DÎMEN