ROJEVA 3'YÊ ADARA 2025'AN 2025-03-03 09:00:00     *Jinên li Helebê yên bertek nîşanî êriş û gefxwarina li rojnamegeran dan diyar kirin ku divê ew dengê nûçegihanên tên astengkirin bilind bikin û wiha gotin:"Divê rojnamevanên jin azad tev bigerin." DÎMEN HEYE    *Nour AA ya Fîlîstînê ku ji ber şer û pevçûnan ji bo xwendinê hat Tirkiyeyê, tevî gelek zor û zehmetiyan bi jinan re têkoşînê dimeşîne. Nour AA wiha got: “Dema hatim Tirkiyeyê têkoşîna jinên Kurd îlham da min. Li gorî min ji ber têkoşîna jinên Kurd li Tirkiyeyê femînîzm hat vê astê. Dema em di 8’ê Adarê de derdikevin kolanan em dibînin ku têkoşîna me heman e. Ji ber vê ez di 8’ê Adarê de xwe azad hîs dikim. DÎMEN HEYE    *Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gavên divê bên avêtin axivî. Eren Keskîn da zanîn ku divê pergala înfazê biguhere û wiha got: “Em parêzvanên maf bi biryar in di riya aştiyê de peywira xwe bidomînin. Peywirên girîng dikevin ser milê rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan.” DÎMEN HEYE    *Ji bo avabûna şoreşa jinê û piştî vê ji bo avakirina jiyana nû hewcedarî bi çi heye. Tevgera jinên Kurdistanê diyar dike ku divê îdeolojiya azadiyê, parastina cewherî û partiyê bê pêşxistin. DOSYA    *Jinên Cezayîrê bi rihê berxwedana ji Lalla Fatma N’Soumer ku heta îro hatiye, ji binpêkirinê bigirin heta têkoşîna maf her tim ji bo aştî, azadî û wekheviyê têkoşîn dan. Îro hîna jî jin dibêjin ‘em nivîskarên vê dîrokê ne’ û dengê xwe bilind dikin.  DOSYA