Di çalakiyên 8'ê Adarê de bangewaziya azadiya Abdullah Ocalan 2025-03-01 16:16:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya TJA'yê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn û di çalakiyan de banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.   Bi minasebeta 8'Adarê Roja Jinên Cîhanê, TJA, bi daxuyaniyan starta çalakiyan dide.    Colemêrg   Li Colemêrgê bi pêşengiya (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bernameyek hat amadekirin û pankarta "Jin li dijî qirkirinê serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin". Di bernameyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Siyasetmedar û Dayikên Aştiyê tevlî bernameyê bû. Di bernameyê de daxuyanî hat dayîn û endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Gulhan Uçar metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser bangewaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hat diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Her wiha di daxuyaniyê de banga tevlîbûnê çalakiyên 8'ê Adarê li jinan hat kirin.    Agirî    TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li navçeya Giyadîna Agiriyê starta çalakiyên 8'ê Adarê li avahiya DEM Partiyê da. Siyasetmedar, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partî ya Bajêr Ayşe Karakuş axivî û da zanîn ku her roja ku derbas dibe têkoşîna azadiya jinan mezin dibe û hat diiyar kirin ku dê bêtir têkoşîna wekhevî û azadiyê mezin bikin.    Jinan piştî axaftinan govend gerandin û banga tevlîbûna çalakiyan li jinan kirin.    Merdîn    Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê bi boneya 8’ê Adarê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê “Zincîra Aştiyê ya Jinan” ava kir. Jinên ji bo balê bikişînin ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka Aştiyê ya Nisêbînê hatin cem hev û bi berzkirina dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana jina" û "Bijî berxwedana gele Kurd" heta Deriyê Sînor ê Qamişlo meşiyan. Jin bi zincîre meşiyan û piştre li ber dîwarê sînor rêz girtin, bi dirûşme û pankartan daxuyanî dan.    Jinan di axaftinên xwe da bal kişand ser bandora şer a li ser jinan û diyar kir ku divê li hemberî her cûre êrişan jinan berxwedaneke hevpar bidin meşandin.    Enqere    Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê panelek bi sernavê "Têkoşîna jinan a li dijî şîdeta dewleta mêr" li dar xist. Parêzer Gulan Çagan Kaleli, Dayika Aştiyê Fehîme Poyraz, Femînîsta Serbixwe Hulusî Osmanagaoglû, Aktîvîsta TJA'yê û siyasetmedar Sebahat Tuncel û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin di panela ku li Navenda Tûmbel-Sen'ê bi beşdariya gelek jinan hat lidarxistin de axivîn.   Di panelê de jinan bal kişand ser avakirina pêvojay aştiyê û bang li her kesî kirin ku divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsiyariya xwe bîne cih.