Malbatan banga Abdullah Ocalan bi kelecan guhdar kirin 2025-02-27 19:29:45   ŞIRNEX – Malbatên kesên ku di qedexeyên derketina derve yên Şirnex û navçeyên wê de jiyana xwe ji dest dan, banga Abdullah Ocalan bi kelecan guhdar kirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi kelecanek mezin hat guhdarkirin. Li Sîlopî, Cizîr û Hezexê bi hezaran kesî berê xwe dan ekranên televîzyonan. Malbata Hevberdevkê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ku di bodruman de hat qetilkirin, malbata Hacer Aslan ya di qedexeyê de hat qetilkirin û hîna cenazeya wê nehatiye dîtin û her wiha malbata Cemîle Çagirga ku cenazeya wê di sarincê de hat sekinandin banga dîrokî bi kelecan guhdarkirin.