Li Qaxizmanê polîsan rê girtin 2025-02-22 18:46:50   QERS - Piştî cezayê ku li heşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hat birî n şûnde polîsan ketin û têketina navçeyê qedexe kir û ax li riyên taxan rizand û girt.   Li hevşaredarê Qaxizman a Qersê Mehmet Alkan roja pêncşemê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn ûpiştî vê ketin û têketinên navçeyê hatin qedexekirin. Polîs û leşkeran kesên ji dervyê navçeyê dihatin asteng kir û dora avahiya şaredariyê jî dorpêç kirin.   Ji sê taxên navçeyê hemû rê hatin girtin û polîsan ax lê rijand. Li taxa Toprakkale, Kesîkopru û Zuvar rê hatin girtin û derbasbûna welatiyan hat astengkirin. Polîsan ji welatiyan re got ‘şaredariyê ev rê girtine’.