229 parêzerên Îranê ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe bang kirin 2025-02-18 11:19:06     NAVENDA NÛÇEYAN - 229 parêzerên Îranê bi nameyekê bang li dadwerê Îranê kirin ku ezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bê rawestandin.   Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî her ku diçin zêde dibin.   Di heman çarçoveya nerazîbûnan de, 229 parêzerên Îranê dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî, nameyek şandin ji serokê dadwerê Îranê re.   Di nameya parêzeran de banga rawestandina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, tê kirin û hate gotin ku divê carek din dosya werin lêkolînkirin.   Di heman nameya parêzeran de tê gotin; “Cezayê ji bo her sê jinan hatî dayîn, ne tenê berovajiyê pîvanên îslamî, mirovî û mafê mirovane, di heman demê berovajiyê pîvanên navneteweyî yên Îran ya li ser mafê jiyan û pêvajoya yasayê ye. Cezayê her sê jinan wê bandorê li hevsoziya neteweyî û hestên cûdakariyê bike.”   Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.   Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.   Di 13’ê mehê de Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.   Hate diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.   Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.