Gelê Wanê di nava berxwedanê de ye 2025-02-17 22:39:47   WAN - Piştî desteserkirina îradeyê berxwedana ku li Wanê didome, tevahiya şevê li taxan dewam kir.   Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, çalakî tevahiya rojê dewam dikin. Berxwedana gelê Wanê heta danê êvarê dewam kir. Li gelek taxên bajêr desteserkirina îradeyê tê protestokirin, welatiyan bi agir û dirûşmeyan li dijî qeyûman dengê xwe bilind dikin.   Polîsan bi ava şid, gaza îsotê û guleyên pllastîk mudaxeleyî çalakiya li taxan kirin, welatiyan jî li berxwe dan.