Li Rihayê jinek hate binçavkirin 2025-02-11 12:14:57        RIHA - Di serdegirtina malê ya li navçeya Pirsûsê de jinek hate binçavkirin.    Di serdegirtina malê ya li gundê Ûçpingar a navçeya Pirsûsê ya Rihayê de jina bi navê Yasemîn Ozberk hate binçavkirin. Hat zanîn ku Yasemîn Ozberk di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hate binçavkirin û birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê.    Agahî nedan malbatê bê ka Yasemîn Ozberk ji ber çi hatiye binçavkirin.