ROJEVA 9'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-09 09:00:00   *Hedefgirtina hesabên xizmetê ji birdoziya yekperest dikin li hemberî rojnamegeran dewam dikin. Di heman demê de jî ev hesab bi taybet dijminatiya jinan dikin. Mînaka vê ya herî dawî hedefgirtina van hesabên faşist a rojnameger Oznûr Deger bû. MEDYA KRÎTÎK    * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de peyama "Tecrîd didome" da. Raporên Buroya Hiqûqê ya Asrin şert û mercên tecrîdê û pêvajoya tê jiyîn nîşan dide. DOSYA   *Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Ewropayê "Meşa dirêj" hat destpêkirin û dawiya meşê de wê mîtîng pêk bê. Xezal Mamedova mîtîng wek "fînala dîrokî" bi nav kir û got: “Em nahelîn tecrîd bikeve sala 27’an û em di 26’an de serokatiya xwe azad bikin.” BI DÎMEN    *Ji KCDEP’ê Berfîn Kiliç da zanîn ku tundî û qetilkirina jinan herî zêde sala borî hatiye jiyîn û der barê ku deshtilatdariyê ev sal wek ‘sala malbatê’ îlan kiriye de jî diyar kir ku tundî herî zêde di malbatê de tê jiyîn, çareserî têkoşîna rêxistinkirî ya jinê ye. DÎMEN HEYE