ROJEVA 08'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-08 09:00:00     * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de peyama "Tecrîd didome" da. Raporên Buroya Hiqûqê ya Asrin şert û mercên tecrîdê û pêvajoya tê jiyîn nîşan dide. BI DÎMEN    *-Endama Lijneya Rêveberiya SODAP’ê Fatma Înce der barê kampanya ‘ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ ya ku HDK’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dabû destpêkirin de axivî û got: “HDK ji bo aştiyeke bi rumet xebatên girîng dimeşîne. Emê zemînên têkoşîna hevşar a aştiyeke bi rumet û hilweşandina desthilatdariyê ava bikin.” DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê Zeynep Demîr mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş nirxand û got dozgerê nû tayînê dosyayê bûye geşedandeke bi hêvî di dosyayê de ye û got wê heta dawiyê ji bo dosya Rojîn Kabaîş têbikoşin. DÎMEN HEYE   *Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî Qanûna Statuya Kesî û Qanûna Efûya Giştî ya ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye qebûlkirin û li ser bertekan hatiye rawestandin nirxand û got: “Ev gav bi zîhniyeta DAIŞ’ê hatiye avêtin. Gotina Iraqê ya ez li dijî DAIŞ’ê têdikoşim rastiyê nîşan nade. Em jinên Êzidî desturê nedin berdana çeteyên DAIŞ’ê.” DÎMEN HEYE   *Jinên li Helebê dan zanîn ew tu awayî cihgirtina rêveberiyê ya kesên di qetilkirina Hevrîn Xelef de destê wan hene, qebûl nakin û wiha gotin:"Ji bo avakirina Sûriya pêşeroj Hevrîn Xelef xwedî ked û têkoşîna bi nirx bû lê mixabin kujerê ku destê wî di qetilkirina Hevrîn Xelef de hebû cihê xwe di hikumeta nû ya Sûriyeyê de girt. Kujerên Hevrîn Xelef nikarin bibin rêvebir."  DÎMEN HEYE   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê, bi armanca ku hemû têkiliya wî ji cîhanê bê qûtkirin ji 1999’an heta niha li Îmraliyê tên tecrîdkirin. Abdullah Ocalan li dijî pergala îşkenceya li cîhanê nehatiye dîtin li ber xwe dide. DOSYA    *Endamên DEM Partiyê ku diyar kirin mîtînga Mêrsînê ku wê kîteyên derbarê çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd tê de bên parvekirin gelek girîng e, welatî vexwendin mîtînga ku wê sibe bê lidarxistin. DÎMEN HEYE