Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (3) 2025-02-03 09:05:31       Xeleka ji agir a gelê Kurd: Komplo bi berxwedanê vala derdikeve   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay diyar kir ku komploya navneteweyî ya li hember Abdullah Ocalan bi berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan vala hatiye derxistin.   15'ê Sibata 1999'an ne tenê ji bo gelê Kurd dîrokek, sembola komployeke mezin e ku hêzên navneteweyî tê de cih girtine. Revandina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi hevkariya navneteweyî anîna wî ya Tirkiyeyê, weke operasyoneke cîhanî ya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di bîranînan de cih digire. Di van 26 salên derbasbûyî de polîtîkayên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan berdewam dikin û bûye yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd.   Di vê beşê de heverdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay, hedefên siyasî yên komployê, girankirina tecrîdê û tunekirina hiqûqa navneteweyî nirxand.   ‘Pêvajoya li ser dijhiqûqiyê hatiye avakirin’   Ebru Gunay da zanîn ku Abdullah Ocalan li dijî hewldanên hêzên serdest ên li Rojhilata Navîn, polîtîkayên li alî fêdeya gel pêş dixîne û wiha nirxandin kir: “Têkoşîna birêz Ocalan a ji bo gel û bertekên paradîgmatîk ên ku li hemberî siyaseta global pêş xist, lîstika desthilatdaran bi awayekî cidî xera kir. Hêzên desthilatdar fikirîn ku bi derxistina Birêz Ocalan a ji Rojhilata Navîn, wê bikaribin polîtîkayên şer û siyaseta li dij gel bimeşînin. Bi vê armancê jî polîtîkayên xwe yên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan berdewam kirin. Tecrîd weke berdewamiya komployê di çarçoveya qutkirina têkiliya birêz Ocalan a bi cîhana derve re û nehiştina nêrînên wî bigihêje gelên Rojhilata Navîn, ket meriyetê. Em nikarin vê rewşê bêyî komploya navneteweyî bifikirin. Komplo, ji revandina birêz Ocalan heta anîna Tirkiyeyê û girtina wî ya li girtîgehê, pêvajoyeke ku hiqûqa pozîtîf tê binpêkirin û bi bêhiqûqiyê tê teşekirin.”   Bandorên ku komplo vala derxistin   Ebru Gunay da zanîn ku tecrîd bi rêbazên dijhiqûqî û korsanwarî pêk hatine û balkişand du esasên ku komploya navneteweyî vala derxistine. Ebru Gunay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji wan ev e; Paradîgmaya ku birêz Ocalan pêş xistiye û bersiva vê paradîgmayê ya ku gel daye ye. Ya din jî gelê Kurd û dostên wan li dora Birêz Ocalan bibin yek û xeta têkoşînê berfireh bikin. Ji sala 1999’an heta îro ev xeta berxwedanê bûye hêza ku gel li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê gav paşde avêtiye. Di dema di navbera 9’ê cotmeha 1999’an de birêz Ocalan ji Şamê hate derxistin û pêvajoya Îmraliyê ya 15’ê Sibata 1999’an destpê kir, gelê Kurd û dostên wan li her devera cîhanê li ber xwe didin. Di wateyekê de li dora Birêz Ocalan xeleka agir çêkirin. Ev xeta berxwedanê di heyama 26 salan de berdewam kir. Ev têkoşîn di nava pergala tecrîdê ya li Girava Îmraliyê de jî berdewam kir. Bi rastî jî berxwedan û têkoşîna Birêz Ocalan a li hemberî vê sîstemê bû sedema van her du faktoran. Pêngava azadiyê ya ku ev 2 sal in tê meşandin, yek ji hêmanên sereke bû ku girêdana diyalektîk û pêvajoya komployê ya gelê Kurd û dostên wan pûç kir. Mezinbûna vê berxwedanê û bersiva wê ya gel, têkoşîna azadiyê xurtir kiriye.”   Binpêkirina normên mafê mirovan a gerdûnî   Ebru Gunay di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser pêvajoya revandina Abdullah Ocalan û qada hewayî ku Ewropayê lê girt û wiha vegot: “Hemû normên mafê mirovan ên navneteweyî hatin binpêkirin. Pêvajoya darizandinê jî bi dijhiqûqî hat meşandin. Niha pêknehatina hevdîtina parêzeran û malbatê jî divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Hemû nirxên mafê mirovan ji nedîtîve hatin. Wê demê li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hebû. Tevî vê welatên Ewropayê qadên hewayî girtin û serlêdana îltîcayê qebûl nekirin.”   ‘Hiqûqa gerdûnî bi korsanwarî pêk hat’    Ebru Gunay da zanîn komploya navneteweyî komployeke ku berê hatibû plankirinê bû û wiha domand: “Birêz Ocalan ji Kenyayê derxistin û radestkirina Tirkiyeyê, her wiha hemû bûyerên din ên di pêvajoyê de pêk hatine, nîşan dide ku hiqûqa gerdûnî bi korsanwarî pêk hatiye. Lê berpirsên vê pêvajoyê hesab nedan. Rastî dernexistin holê. Rayagiştî agahdar nekirin.”   Ne pêkan e tecrîd bi hiqûqê bê îzahkirin   Ebru Gunay di dawiya axaftina xwe de got tecrîdkirina lîderekî tê wateya kesên ku wî esas digirin û piştgiriyê didinê jî tê tecrîdkirin û got: “Bi tecrîdê re di pirsgirêka Kurd de jî israr kirine. Tecrîd polîtîkaya tunehesibandinê ye. Nedîtina daxwazên gelê Kurd e. Zext û zor li gelê Kurd hatine kirin. Tecrîd bûye teşeyê rêveberiya vî welatî. Her ku tecrîd giran bûye zext û êrîşên li ser Kurdan zêde bû. Tecrîda li Îmraliyê ji pirsgirêkan cudatir nayê nirxandin.”