SOHR: Ji destpêka salê ve 7 jin û 3 zarok hatin qetilkirin 2025-01-31 15:45:36       NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê da zanîn ku li herêmên di bin kontrola HTŞ’a cîhadîst de, ji destpêka salê ve di encama êrişên ‘kiryar nediyar’ de 41 kes mirine, gelek kes jî birîndar bûne.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), derbarê herêmên ku di bin kontrola HTŞ’ya cîhadîst de raporek weşand. SOHR’ê da zanîn ku ji destpêka sala 2025’an ve 41 sûcên kuştinê gihîştine ber destên wan.    SOHR’ê diyar kir ku kiryarên wan kuştinan nenas in û ev agahî dan: “Li deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de, li hemû parêzgehên Sûriyê, bi giştî 41 kes hatin kuştin. Di nav wan de 7 jin û 3 zarok hene.”   Li gor daxuyaniya SOHR’ê, bûyerên li herêmê wiha ne:   “Parêzgeha Rif Dîmeşq: Çekdarên ku li devera El-Metallah bi cih bûne, otobus û otomobîlên sivîl ên ku ji devera Berraq a li Rif Dîmeşqê ber bi El-Suweydaayê ve diçûn, gulebaran kirin. Di êrîşê de jinek û ciwanek jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn, 5 ji wan rakirin nexweşxaneya El-Radî ya li Ceramana.   *Şam: Du tawanên kuştinê: Mêrek û jinek kuştin.   *Rif Dîmeşq: Di 3 tawanên kuştinê de 3 mêr û jinek kuştin.   *Hama: Di 4 sûcên kuştinê de 5 mêr û jinek mirin.   *Laziqiye: Di 4 sûcên kuştinê de 4 kes mirin.   *Heleb: Di 4 tawanên kuştinê de, 3 mêr û zarokek kuştin.   *Tartûs: Di sûcê kuştinê de mêrek û jinek mirin.    *Daraa: Di 4 tawanên kuştinê de 3 mêr,  jinek û zarokek kuştin.   *Dêra Zorê: Di 7 tawanên kuştinê de 5 mêr, jinek û zarokek hatin kuştin.   *El-Suweydaa: Di 5 tawanên kuştinê de 4 mêr û jinek hatin kuştin.   *Idlib: Di sûcê kuştinê de 2 kes mirin.”