Meclisa Parastina Zarokan banga darizandina dewleta tirk kir 2025-01-30 13:59:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Parastina Zarokan destnîşan kir ku di heyama zêdetirî 2 mehan de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişêan gelek zarok qetil kirine û hate gotin “Dewleta Tirk peymanan binpê dike, divê bê darizandin.”   Meclisa Parastina Zarokan, têkildarî qetilkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk ve li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.   Daxuyanî bi kurdî û erebî ji aliyê mamoste Aliya Hesen û endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Seher Mehemûd ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê” bi her cure çekan êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê û wiha hat gotin: “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê bi awayekî aşkera û sîstematîk, zarok û sivîlan armanc digire. Li dijî hemû peymanên navneteweyî tev digere, bi balafirên şer û moşekan li dijî zarok û sivîlan êrişan pêk tîne.”   Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ji 2`yê Kanûnê (2024) heta 28`ê Çileyê, 76 sivîlan jiyana xwe ji dest da. 17 zarok, 13 jin û 84 sivîl birîndar bûne, ji wan 11 zarok û 9 jin in. Ji 26`ê Çileyê heta 28`ê Çileyê 17 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 23 kesên din jî birîndar bûn. Li gundê El Cemmas ê Eyn Îsa 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û dayika wan jî bi giranî birîndar bû. Li gundê Um Harmel ê Zirganê jî 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nava wan de zarokek hebû, 9 kes jî birîndar bûn ku ji wan 4 jin in. Li bajarê Sirînê 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da ku ji wan 5 zarok bûn û 4 zarok û 13 kesên din jî birîndar bûn.”   Hat destnîşan kirin ku ew wek Meclisa Parastina Zarokan bi tundî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê şermezar dikin û wiha hat gotin: “Komên sivîl, zarok, tîmên bijîşkî, ambulans û rojnamevan bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve tên hedefgirtin. Bi van gavan hemû rêgez û peymanên navneteweyî binpê dikin.”   Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin, ev bêdengî rê li ber dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê vedike ku êrişên xwe li dijî welatiyan bidomîne û wiha hat gotin: “Divê dewleta Tirk li hemberî sivîlan komkujiyan pêk tîne, bi taybet zarokan, li gorî sûcê xwe jî divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin.”