Komîsyonên Edaletê yên Rojîn Kabaiş: Biryara nepenîtiyê rakin 2025-01-27 21:01:40   STENBOL- Di daxuyaniya ku ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaiş hat dayîn de bal hat kişandin ser girîngiya rêxistinbûnê û daxwaz hatin rêzkirin.   Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaiş ji bo Rojîn Kabaiş a li Wanê bi guman jiyana xwe ji dest da li ber Sûreya Opera ya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Gulistan Doku li ku ye?", "Rojîn Kabaiş li ku ye?", "Li dijî şerê taybet jinên ciwan berxwe didin" hatin hilgirtin 4 mehan çi hat serê Rojînê?" hat rakirin. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên "Ji Rojîn re edalet, ji bo her kesî edalet", "Rojîn Kabaiş serhildana me ye", "Bijî hevgirtina jinan", "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   'Me ev çîroka Şule Çet dît'   Piştre endama Komîsyona Edaletê ya Rojîn Kabaiş Sînem Çelebî nivîsa çapemeniyê xwend û bi bîr xist ku Rojîn Kabaiş xwendekara Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê bû û piştî ku ji wargehê derket cenazeyê wî li qeraxa Gola Wanê hat dîtin. Sînem Çelebî, anî ziman ku Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek wekî "xeniqîne" pêşkêş kir û diyar kir ku gelek qetlîamên li dijî jin û zarokan wekî "gumanbar" hatine tomarkirin. Sînem Çelebî got, "Me ev senaryo di doza Şule Çet a li Enqereyê de dît. Pêşî gotin Şule 'întîxar kiriye'. Çîroka jiyan û mirina wê weke malzemeya kovarê dihat bikaranîn. Hewl hat dayîn ku Şule Çet sûcdar bê nîşandan. Kujer hatin darizandin. Eger me bi têkoşîna xwe ya bi hev re li kolanan û li korîdorên edliyeyê îspat kir ku Çet hatiye qetilkirin, em ê mirina bi guman a Rojîn ronî bikin."   Daxwazên hat kirin:   Sînem Çelebî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û daxwazên xwe yên ji bo Rojîn Kabaiş wiha rêz kir:   “*Divê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya wê bê rakirin.    *Ji bo ronîkirina mirina Rojîn lêpirsîneke rast, berfireh û bi bandor bê kirin.   *Divê bê ravekirin ku çima otopsiya Rojîn 27 roj ma.   *Divê qeydên kameraya cihê ku Rojîn lê hatiye windakirin bi berfirehî û bi temamî were lêkolînkirin.    *Divê bê ravekirin ku çima jê re dibêjin întîxar.    *Divê bê ronîkirin ka ava ku bûye sedema xeniqîna wê ava Gola Wanê ye yan na.    *Li ser stûyê wê şopên destdirêjiyê hebûn.    *Divê bê aşkerakirin ku 2 mînakên DNA'yê yên ji cenazeyê Rojîn hatine dîtin aîdî kê ne."