Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir 2025-01-26 15:43:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kantona Firatê salvegera 10'emîn û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn bi şahiyekê pîroz kirin.   Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên biyanî salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn bi şahiyekê pîroz kirin.   Di şahiyê de aliyê QSD`ê û YPG'ê û YPJ'ê û wêneyên pakrewanan hatin hildan û bê navber dirûşmên “ Bêjî berxwedana Kobanê” û “Berxwedan jiyane” û “Bêjî berxwedana QSD`ê” hatin berzkirin.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre ji Rêveberiya Xweser Cîgira Hevserokatiya Cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, Hevserokên Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn û ji Fransa, Bîtanya û Îtalyayê gelek parlamenter û siyasetmedar axivîn.   Di axaftinan de hate ragihandin ku beriya 80 salî çawa ku li Îtalyayê faşîzm têk çû, wê careke din faşîzmê têk bibin û li Kobanê azadî û demokrasiyê misoger bikin.   Qisekeran anîn ziman ku divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin.   Di şahiyê de hunermendên ji TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdar jî li ber stranên wan govend gerandin.