Reyhan Hacioglu: Çapemeniya azad her şert û mercî de dinivîse 2025-01-24 17:50:18   WAN - Rojnameger Reyhan Hacioglu ku li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtiye got: “Nûçeyên me çêkirine û gotinên me ne sûc in. Azadiya fikr û ramanê ye.”   Di 17’ê Çile de di çarçoveya lêpirsîna wê Stenbol bû, li Wanê di serde girtina malan de rojnameger Reyhan Hacioglu hat binçavkirin û 21’ê Çile de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin. Reyhan Hacioglu ku girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtiye bi hevkariya parêzerên xwe peyamek şand.   Peyama rojnameger Reyhan Hacioglu wiha ye: “Yên dixwazin me bikin bersûcên dîrokê bila bizanibin ku em şahidên vê dîrokê ne. Tişta ku em îro dijîn û ya ku îro tê jiyîn ji ya ku civak tê jiyîn cudatir nîne.  Ev şahidiya nivîsandina rastiya me ye. Nûçeyên ku em çêdikin û tiştên ku em dibêjin ne sûc e, hevwateya azadiya fikr û  ramanê ye. Çapemeniya azad di her şert û mercî de nivîsandin û berxwedanê didomîne.”