'Em ê bendava Tîşrînê biparêzin' 2025-01-24 09:07:38   Mîdye Miqted   HELEB - Jinên Helebê têkildarî êrişên li ser bendava Tişrînê û berxwedana gel a li wir diyar kirin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê jî em ê bendavê biparêzin û wiha gotin:""Îro dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşên xwe bi ser vî gelî de dide dewamkirin lê belê em weke gel mafê me ye ku em biçin bendavê û parastina bendavê bikin. Em ê her li hember dagirkeriyê  li ser piya bin. Em ji mirinê natirsin, em ji mirinê mezintir in."   Êrişên li ser bendava Tişrînê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dike. Berxwedana gel a li dijî van êrişana jî bênavber dewam dike. Jinên li Helebê têkildarî êrişan û berxwedana gel a li dijî êrişên Tirkiyeyê axivîn. Jinan diyar kirin ku wê dawî li berxwedana wan neyê û gotin:"Em ê bendava Tişrînê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re bikin goristan."    'Dawî li berxwedanê nayê'   Ilfet Elî Beko ya axaftina xwe ji ajansa me re kir, bertek li dijî êrîşan da û wiha got:"Ev demke ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe êrîş bir ser bendava Tişrînê û van êrişana berdewam dike. Lê belê gel li ser bendava Tîşrînê li ber xwe didin. Çiqas tên hedefgirtin jî lê bila dewleta Tirk baş bizanibe ku şervan û gelê me li bendavê berxwedanek bi rûmet didin dewamkirin. Wê dewleta tirk bi êrîşên xwe nikaribe dawî li vê berxwedanê bîne."   'Ji ber lawaztiya xwe êrîşî sivîlan dike'   Di berdewamiya axaftina xwe de, Ilfet Elî Beko ev tişt anî ziman û got:"Îro dewleta Tirk ji ber lawaztiya xwe û têkçûna xwe li hemberî hêzên me sivîlên ku li ser bendavê nobetê digrin dike hedefa xwe. Ger bi rastî jî  dewleta Tirk xwedî hêz e bila were pêşberî hêzên me QSD'ê şerê xwe bike ne êrîşî sivîlan bike. Ka mirovatiya te ?"    'Em ê bendava Tîşrînê biparêzin'   Di dawiya axaftina xwe de Ilfet Elî Beko got em ê bimirin lê em dest ji vê dozê bernadin û wiha got:"Îro dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşên xwe bi ser vî gelî de dide dewamkirin lê belê em weke gel mafê me ye ku em biçin bendavê û parastina bendavê bikin. Çimkî ji wê bendavê av û ceyrana me tê. Ger li hember dewleta Tirk em bigihêjin asta şehadete jî em dest ji vê dozê bernadin. Em ê her li hember dagirkeriyê  li ser piya bin. Em ji mirinê natirsin, em ji mirinê mezintir in."   'Wê xeyalên dewleta tirk pêk neyê'   Di heman demê de dayika bi navê Remiziya Salih jî têkildarî êrîş û berxwedana ku li ser bendavê tê kirin kir wiha got:"Ev demeke ku dewleta Tirk a dagirker bi riya balafir û çeteyên xwe êrîşên xwe yên hov bi ser bendava Tişrînê de dide berdewamkirin. Armanc dike bi riya van êrîş û hedefgirtinan gelê kurd qir û tune bike lê wê xeyalên dewleta tirk a dagirker pêk neyê."   Nobeta berxwedanê dewam dike    Di dewamiya axaftina xwe de Remiziya Salih got:"Dewleta Tirk bi hedefgirtina sivîlan xeyal dike ku wê vîna vî gelê berxwedêr bide şikandin lê bila ev yek ji dewleta Tirk re bibe derd. Çimkî îro dema ku yek ji me şehîd dibe bi hezarn kes dewsa wan digire. Loma jî bila ev yek ji dewleta tirk a dagirker re bibe derd. Em nobeta berxwedana xwe dewam dikin."   'Em hene û em ê hebin'    Di dawiya axaftina xwe de Remiziya Salih got heya dilopek xwîn di me de hebe em terka berxwedanê nakin û wiha got:"Li hember êrîşên hov a dewleta Tirk bi carekê em dest ji berxwedana xwe bernadin. Heta ku dilopek xwîn di can û cesedê me de hebe em ê berxwedna xwe bidin dewamkirin, em hene û em ê hebin."   Bi van gotinên xwe Remiziya Salih dawî li axaftina xwe anî:"Em ê bendava Tişrînê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re bikin goristan."