Ji bo 2 jinan biryara hepsa malê 2025-01-23 20:52:47   STENBOL- Endamekî ESP û SGDF’ê ku hatibû binçavkirin hat berdan û ji bo kesî jî cezayê hepsa malê hat birîn.   Bi daxwaza berdana rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) duh li ber Operaya Sureyya a Kadikoy a Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Polîsan êrîşê girseyê kir û 38 kes binçav kirin. 35 kes duh piştî îfadeyê hatin berdan û sê kest sewqê dozgeriyê hat kirin.   Ji sê kesan yek hat berdan û Fatma Gulseren û Eylul Lara Sarper bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Ceza Sulh hat kirin. Fatma Gulseren û Eylul Lara Sarper bi biryara cezayê hepsa malê hat bedan.