Rojbîn Kartal hat girtin 2025-01-23 15:59:08     WAN - Endama DEM Partiyê Rojbîn Kartal bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.   Namzeta Hevşaredara Panosê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê Rojbîn Kartal bi hinceta "endamtiya rêxistinê ye" hat girtin.   Rojbîn Kartal 4 roj berê di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin. Rojbîn Kartal a 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Wanê hat binçavkirin, piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin. Dadgehê der barê Rojbîn Kartal de bi hinceta "endamtiya rêxistinê " biryara girtinê da.   Hat ragihandin ku Rojbîn Kartal şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.