Cezayê Pexşan Ezîzî li ber balyozxaneya Îranê hate protestokirin 2025-01-20 15:33:58       ENQERE -Meclîsa Jinan a Enqereyê ya DEM Partiyê, li ber Balyozxaneya Îranê cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn protesto kir.   Meclîsa Jinan a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), li ber Balyozxaneya Îranê cezayê darvekirinê yê li Rojnamevan Pexşan Ezîzî hatî birîn, protesto kir.   Hevseroka Enqereyê ya DEM Partiyê Tatligul Gul got, dewleta Îranê bi rengekî derhiqûqî cezayê darvekirinê li jinan dibire û bi vî rengî sûc dike.   Tatligul Gul destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî destkeftiyên jinan êrîş dewam dikin û got, “Ev êrîş ne tenê li dijî jinên li Rojava, li dijî têkoşîna azadiyê ya hemû jinên cîhanê gefek e.”   Tatligul Gul ragihand ku divê cezayê darvekirin yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, demildest bê rakirin û divê dawî li sûcên li hemberî jinan tên kirin, were. Tatligul Gul ev tişt jî got, “Em ê li dijî îşkenceyên li Girtîgeha Evînê, li hemû cîhanê dengê xwe bilind bikin.”   Tatligul Gul anî ziman ku cezayê îdamê sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, “Pexşan Ezîzî divê demildest were berdan. Bêdengiya li hemberî cezayê îdamê jî sûc e.”