Êrîşên li ser çapemeniyê: Divê em bêtir bên gel hev 2025-01-20 09:04:30     STENBOL - Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz êrîşên li hember çapemeniya azad nirxand û da zanîn ku divê rojnameger hîn bêtir bên gel hev û têbikoşin.   Êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser çapemeniya azad her diçin zêde dibin. Desthlatdariya ku naxwaze heqîqet bigihêje gel, rojnamegeran qetil dike, binçav dike, digire û hesabên çapemeniya civakî û înternetê asteng dike.   Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz, der barê zextên tên jiyîn de nirxandin kir.   ‘Em li alî kesên têkoşîna gel dimeşînin e’   Nadiye Gurbuz diyar kir ku zext, sansur, qetilkirina rojnamegeran bi armanca pêşî li mafê girtina nûçeyan a civakê bê girtin tên kirin û got: “Rojnameger li pey rastiyê ne. Li aliyekî rojnamegerên li pey rastiyê hene li aliyê din jî rojnamegerên li alî pergalê hene. Çapemeniya azad rastiyan dide bihistin û ji ber vê jî bi êrîşan re tê rû hev. Divê rojnameger bê alî bin. Lê em ne bê alî ne jî li alî pergalê ne. Em li alî bindestan e em li alî kesên têkoşîna gel didin meşandinê ne.”   ‘Dixwazin pêşî li rastiyan bigirin’   Nadiye Gurbuz balkişand ser armanca girtin û sansurkirinan û wiha bi lêv kir: “Girtina hesabên çapemeniya civaikî bi armanca rastî di tariyê de bimînin dikin. Girtina malper û hsabên twîtterê her tim pêk tên. Di heman demê de hesabên  instagram û twîtterê jî bi êrîşan re tên rû hev. Belê tenê rojname hebûn. Kanalê televîzyonan kêm bûn. Lê niha teşeyên xwegîhandina mirovan zêde bûne. Ji ber ve jî hewl didin ku agahiyên rast manîpule bikin û negihînin gel.”   ‘Daxwazên gel li ber çavan nayên girtin’   Nadiye Gurbuz di berdewamiyê de wiha vegot: “Biryarên qedexeyên li ser gilîkirinan tên kirin. Demek berê edîtora me Pinar Gayîp hat girtin. Ji ber nûçeya tacîzkar doz lê hat vekirin. Ev hemû girêdayê hevin. DemÊn dawî de li Rojava êrîşên mezin hene. Ji ber em êrîşan didin bihistin hesabên me tên girtn. Dewlet demên dawî de hewldanek wekê guherînek heye nîşan didin û li aliyê din rojnameger Nazim û Cîhan qetil kir. Hevalên me digirin. Daxwazin gel li ber çavan nayên girtin. Bêdengiyek mayînde dixwazin. Ji bo vê bêdengiyê jî biafirînin kolanan terorîze dikin û hewl didin çapemeniya azad bê bêdengkirin.”   ‘Ji bilî têkşînê şansek din tune ye’   Nadiye Gurbuz di dawiya axaftina xwe de li dijî sansur û qetilkirina rojnamegeran riyên çareseriyê nirxand: “Ji bilî têkoşînê riyeke din ya çareseriyê tune ye. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, sendîka di vê mijarê de qelsin. Ji xwe cemiyet me wek rojnameger nabîne. Çawa dewlet me wek rojnameger nabîne, terorîst îlan dike, cemiyet jî wisa ye. Mînak Nazim û Cîhan hatin qetilkirin. Sendîka Rojnamegerên Tirkiyeyê bi rojan bêdeng ma. Piştî hevalên me hatin girtin daxuyaniyek dan. Di rewşa em têkoşînê nemeşnînin de wê êrîş bidomin. Ji bo guhertinê ji bilî têkoşînê şansekî me yê din tuneye.”