Zaroka ku destdirêjî lê hat kirin hat qetilkirin 2025-01-18 12:45:05     RIHA - Li navçeya Herana Rihayê zaroka 5 salî piştî ku destdirêjî lê hat kirin, bi îşkenceyê hat qetilkirin.   Li navçeya Herana Rihayê di 15’ê Çileyê de zaroka 5 salî piştî destdirêjî lê hatiye kirin, hatiye qetilkirin. Cîgirê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez rapora Nexweşxana Dewletê ya Heranê ya der barê bûyerê de, bi riya medyaya dîjîtal parve kir.   Di raporê de hatiye diyarkirin ku zaroka 5 salî piştî destdirêjî lê hatiye kirin, fetisandine.