Malbata Rojîn Kabaîş ji nûve îfade da 2025-01-16 20:55:30   AMED - Malbata Rojîn Kabaîş ya li Wanê winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin, carek din îfade da.   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlona 2024’an de li Wanê winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wê hatibû dîtin. Malbata wê cara duyemîn îfade da.   Bi daxwaz û talîmata SErdozgeriya Komarê ya Wanê ku ji bo lêpirsînê nû hatiye peywirdarkirin, li Edliyeya Amedê malbata Rojîn Kabaîş li ser Pergala Deng û Dîmen a Ragîhandinê (SEGBÎS) îfade dan.Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî tevli îfadeyê bû. Sê xwişk, dê û bavê Rojînê ji nûve îfade dan.   Malbatê daxwaz kir ku lêpirsîn bi hemû aliyan careke din bê lêpirsîkirin û hemû guman bên ronîkirin.