Li Kobanê bi hezaran kes li dijî êrişan meşiyan 2025-01-16 14:17:22        NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê daketin qadan.   Bi hezaran şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê meşiyan. Meşê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê destpê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî.    Mizgîn Xelîl di axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk yên li ser bendava Tişrînê û konvoya gel ku duh ber bi bendavê ve diçû, şermezar kirin. Mizgînê diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişên xwe li ser bendavê didomîne û got: “Sûcên şer û yê qirkirinê tên kirin. Îro li pêşiya çavê tevahiya cîhanê ev kiryar tên kirin, ambûlans, gel û rojnamevan tên hedefgirin. Lê gelê bi israreke herî mezin û bi moral li ber xwe didin û êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin.”   Mizgîn Xelîl bang li gel kir ku divê li kêleka şervanên xwe bibin xelek û wiha pê de çû: “Divê gelê me xwedî li hêza xwe derkevin, li hember êrişên dagirkeriyê bibin bend û her tim divê em hêza xwe û welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin.”   Meş bi dirûşmên “Berxwedana jiyan e” bi dawî bû.