Berxwedana gel a li Tişrînê di roja 9'an de ye 2025-01-16 12:50:53        NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişan di roja 9'an de bi biryardarî dewam dike.   Dewleta Tirk û çeteyên wê ji 8'ê Kanûna 2024'an ve êrişên dijwar li dijî Bendava Tişrînê pêk tînin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan di 8'ê Çileya îsal de ji gelek bajaran ve berê xwe da bendavê.    8'ê Çileyê, dema ku koneya yekemîn a gel diçû bendavê, dewleta Tirk bi balafiran êriş kir û komkujiyeke pêk anî. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn. 15'ê Çileyê jî konvoyeke din a diçû bendavê ji aliyê dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama vê bombebaranê de jî şêniyek jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bû.   Di heman rojê de dema ku girse gihişt bendavê û beşdarî nobetê bû dewleta Tirk êriş pêk anî. Di encamê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.   Nobeta gel a li bendavê di roja 9'an de berdewam dike.