Qeyûm darbe ye, çareserî tifaqa bindestan e 2025-01-14 09:37:30   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku qeyûman darbeyek li dijî lêgerîna çareseriyê ye û xwestin nûnertiya demokratîk a gelê Kurd e û divê têkoşîna hevpar a bindestan bê avakirin.   Piştî ku Hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç û Hîkmet Bakirhan hatin girtin, qeymeqam Zeyyit Şener wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.    Jinên ji derdorên cuda yên siyasî diyar kirin ku armanca wan ew e ku nûnertiya gelê Kurd û destkeftiyên jinan ji holê rakin, peyama têkoşîna hevpar dan.   'Rêxistina siyasî dikin hedef'   Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan diyar kir ku qeyûm ne tenê destwerdaneke li dijqanûnê ye, di heman demê de pêngaveke tasfiyekirina siyasî ye û destnîşan kir ku ev rewş demokrasiyê tenê kiriye konsepteke fermî û Tirkiye kişandiye nava feraseteke otorîter a hikûmetê. Fulya Erdogan diyar kir ku qeyûm li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye û dibe sedema astengkirina siyaseta demokratîk û got: “Armanca van destwerdanan jî siyasî ye. Tesfiyekirina siyaseta Kurd û temsîliyeta demokratîk a gelê Kurd e. Her destwerdanek li dijî vî mafî ne tenê ne hiqûqî ye, di heman demê de êrişek e ku rêxistina siyasî ya demokratîk a gelan dike hedef.”   'Rizgarî bi tena serê xwe nabe'   Endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez diyar kir ku gel di hilbijartinên herêmî de li hemberî girtin, binçavkirin û hemû zextên îmha û asîmîlasyonê bersiveke tund da û got: “Hêzên çete yên ku nikarin têkçûna xwe tehm bikin, dixwaze hem bi hêza xwe ya faşîst hêza xwe xurt bike. Qeyûm destkeftiyên gelan bi taybet jinan hedef digire. Armanca desthilatdariya çete ya ku ji aliyekî ve behsa aştiyê dike û li aliyê din jî dara darazê bi kar tîne, weke pêvajoyeke nû ya îmhayê xuya dike. Li hemberî vê jî divê em îtîfaqa bindestan ku jin jî di nav de ye ava bikin. Ji ber ku rizgarî bi tena serê xwe nîne, yan hemû bi hev re yan jî yek ji me."   'Em ê parastina vîna gelan bikin'   Jinên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî têkildarî qeyûman peyameke hevpar dan û gotin: "Her êrîşek li dijî îradeya gel nîşaneya tirsa ji hêz û rêxistinbûna gel a rastî ye. Têkoşîna li dijî polîtîkayên qeyûman ne tenê têkoşîna rêveberiyên herêmî ye, di heman demê de têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê ye. Ji bo siberoja ronî ya jin, ciwan û kedkaran em ê parastina vîna gelan bikin. Ji ber ku em dizanin ku hêza rêxistinbûyî ya kedkar, jin û ciwanan bi hêza tu desthilatdariyeke tayînkirî re nayê muqayesekirin."   'Hemû beşên cîvakê rêbaza heyî red bikin'   Ji Jinên Antîkapitalîs Hacer Yeşîlçay, diyar kir ku tayînkirina qeyûman darbeyeke siyasî ya li dijî mafê herî bingehîn ê dengdayîn û hilbijartinê ye û wiha bi lêv kir: “Dewlet binpêkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd weke rêbazeke hêsan bi kar tîne û hewl dide vê bi rêbazên li gorî berjewendiyên xwe giştî bike. Divê ev rêbaz ji aliyê hemû beşên civakê ve bê redkirin û bê xebitandin. Di van demên dawî de em dibin şahidê gelek grevên karkeran ên ku bi destkeftî bi dest ketine. Karker rêberiya me dikin."